Civaknasî, sosyolojî yan jî zanista civakî lêkolîna zanistî û sîstematîk a civaka mirovan e ku civakê, tevgerên civakî yên mirovî, awayên pêwendiya civakî, danûstandina civakî û aliyên çandê yên bi jiyana rojane re ye lêkolîn dike. Wekî beşeke hem zanistên civakî hem jî zanistên mirovahiyê, civaknasî ji bo peydakirina zanyariyeke li ser nîzama civakî û guhartina civakî rêbazên cihêreng ên lêkolîna empîrîk û analîza rexneyî bi kar tîne. Mijarên sosyolojiyê yên sereke ji analîzên têkilî û tevgera takekesî di asta mîkro de bigire heya analîzên pergalên civakî û awayê civakî di asta makro de diguhere. Lêkolîna sosyolojîk a sepandî dibe ku rasterast li ser siyaseta civakî û refahê were bikaranîn lê nêrînên teorîk dikarin li ser têgihiştina pêvajoyên civakî û rêbaza fenomenolojîk bisekinin. Max Weber, Karl Marx û Emile Durkheim sosyologên klasîk ên herî naskirî li cihanê ne. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1961 – Kûbayiyên li mişextbûyî yên ji aliyê DYA'yê ve dihatin piştgirîkirin, êrîşî rêveberiya Fidel Castro kirin. Li di encamê de biserneketin.
1992 – Di encama serdegirtineke malan de, yek ji kadroyên serokê Dev-Yol'ê Sabahat Karataş û hevalên wê Eda Yüksel û Taşkin Usta hatin înfazkirin.
1999 – Li bajarê AlmanyaBonnê meşa bi navê Ji bo azadiya Abdullah Ocalan, aştî û mafên gelê Kurdistanê; meşa yekîtiya neteweyî hate li darxistin.
1999 – Li Qilabanê welatparêzekî bi navê Mehmet Baban, ji aliyê endamên kontrgerîla ve hate qetilkirin.
1999 – Konvoya SİP'ê ku ji mîtînga gundê İçerenköyê vedigeriya, rastî êrîşa komek ulkuciyan hat û di encam êrîşê de ku di nava destên polêsan de pêkhat, endamê SİP'ê Hüseyin Duman jiyana xwe ji dest da.
Mirin
1925 – Dr. Fûad, bijîşk, nivîskar û yek ji têkoşerên doza azadiya Kurdistanê